Li Meksîkayê hewl bo bi genocide nasîna komkujiya gelê Kurd tê dayîn
Şewirmenda wezareta koçberan ya Meksîkayê dibêje pêşengehek bo dêmenên kîmiyabaran kirina Helebceyê tê ve kirin.
Şewirmenda wezareta koç û koçberan ya Meksîkayê Hana Caf yaku Kurd e ragehand ku bi mebesta hewldan bo bi genocide nasîna komkujiyên ku ji aliyê rejîma Besê ve li ser gelê Kurd hatine meşandin, li Meksîkayê pêşengehek ve dikin.
Hana Caf got: Em hewl bo vekirine pêşengeheke dîmenên curbicur yên kîmiyabaran kirina Helebceyê ji aliyê rejîma Besê ve didin, ev pêşengeha han li Paytextê Meksîkayê tê organîzekirin û armanca me ji vê pêşengehê ew daku em bikaribin genocide kirina gelê Kurd bi welatên Amerîkaya latîn binasînin.
