• Friday, 13 February 2026
logo

PDK: Balê tundrew yê PKKê rastiyan beruvajî dike

Gulan Media February 21, 2014 Nûçe
PDK: Balê tundrew yê PKKê rastiyan beruvajî dike

Peyvdarê PDKê dibêje balê tundrew yê PKKê rastiyan beruvajî dike.

Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê di daxuyaniyekî de ragehand ku ev demeke balê tundrew yê PKKê bi awayekî nerast êrîşan dike û hewl bo dide rastiyan bi awayeke din nîşanî xelk bide.

Peyvarê PDKê eşkere kiriye ku derbarê rewşa Rojawayê Kurdistanê û herwiha derbarê kongreya netewî ya Kurd de bi awayekî bê bingeh û bê wate êrîşî PDKê dike. Ew di demekî deye ku partiya demokrata Kurdistanê çi derbarê rewşa Rojawayê Kurdistanê de çê jî derbarê kongreya netewî ya Kurd de xwedan helwesteke netewî û nîştimanperwerane ye.

Partiya demokrata Kurdistanê her ji destpêka destpê kirina rûdawên Sûriyayê heta niha li hember doza gelê Kurd li Rojawayê Kurdistanê û li tevahiya parçeyên din yên Kurdistanê de xwedan helwesteke netewî bûye û li ser helwesta xwe berdewam dibe.

Derbarê piştgîrî kirina qonaxa çareser kirina pirsa Kurd li Bakûrê Kurdistanê de jî partiya demokrata Kurdistanê heman helwesta xwe ya netewî raber kiriye û heta dawî pişgîriya çareser kirina aştiyane ya pirsa Kurd li Bakûr, Rojawa û Rojhilatê Kurdistanê de dike.
Top