• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel aliyên siyasiyên li nav Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye civiya

Gulan Media February 21, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel aliyên siyasiyên li nav Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye civiya
Duh pênçşem 20.02.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Sekreter û Serokê 12 Partiyên li nav Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye civiya.

Li vê kombûnê da aliyên siyasiyê li nav Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê pêşhatên dawî û guhertinên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê ji bo Serok Barzanî xistin rû û her wiha guftûgo di derbarê çawayiya karkirin û hevkariya wan ya li gel Encûmena Gel kirin.

Her li vê kombûnê da eve jî hate behs kirin ku li meha 12 ê sala 2013 li gor peymaneke di navbera her dû Encûmena Niştîmanî û Encûmena Gel biryar hatibû dayîn ku Birêvebirina Sînorê Fîşxabûr bi awayeke hevbeş bê lê belê niha ew birêvebirin radestî kantona Cizîrê hatiye kirin û karmendên ser bi aliyê Kurdên li nav Encûmena Niştîmaniya Kurd hatine derxistin û li birêveberiyê de nemane. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de aliyên siyasiyên li nav Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye tekez li ser parastina yekrêziya gelê Kurd kirin ku her çende aliyên beranberî wan berevajiya wê bingehê reftarê dikin.

Li beranber da Serok Barzanî bi aliyên siyasiyên li nav Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye ragihand ku li gel yekdengiya aliyên Kurdî yên Rojava daye û palpiştiyê her biryarek jî dike ku komdengiya hemû aliyekî li ser bê. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku di derbarê pêşhatên dawî yên Rojava her helwestek bi komdengiya aliyên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê derbikeve cihê girîngiyê ye û bi pejirandî dizane.

Top