Çekdarên mixalefetê û rejîma Sûriyê li hev kirin
Ev cara yekem e ku rêkeftin û agirbest di navbera hêzên rejîmê û grûbên mixalefeta Sûriyê de tê kirin.Li gorî ku hatiye ragihandin, her du aliyan li ser 8 xalan lihev kirine:
-Radestkirina çekên giran ên di dest çekdarên mixalefetê de.
-Çekdarên mixalefetê azad in di liv û tevgera xwe de.
-Danîn xaleke pişkinînê li destpêka gundê Bibla, ku ji çekdarên mixalefetê û hêzên rejîmê pêk bê.
-Çênabe hêzên rejîmê derbasî her du bajaran bibin.
-Vegerandina derbaskirina avê û elektrîkê bo her du gundan.
-Ragihandina agirbestê di navbera her du aliyan de.
-Vekrina rêyên di navbera her du deveran de bo derbas kirina alîkariyên cor bi cor.
-Vekirina deriyê Bibla bo asankariya çûna malbatan bo nav Şamê.
Basnews
