Her du wezîrên navxwe û pêşmerge bi heyeteke Amerîkayî re civiyan
Wezîrên Pêşmerge û navxwe yên Kurdistanê bi heyeteke Amerîkayî re civiyan.
Duh li Hewlêrê her du wezîrên pêşmerge û navxwe yên hikûmeta Kurdistanê bi heyeteke hevbeş ya asayîşa hevbeş a Amerîka û Îraqê re civiyan.
Di hevdîtineke de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû rewşa ewlekarî ya Îraqê bi giştî û ya Kurdistanê bi taybetî hate nîqaşkirin.
Her di vê hevdîtina han de pêşhatin siyasî yên Îraq, Kurdistan û deverê jî hatin şîrove kirin.
Di berdewamiya hevdîtinê de bi awayekî berfire rewşa ewlekarî ya li Parêzgeha Enbarê û şerê navbera artêşa Îraq û çekdarên DIŞIê jî hate giftûgokirin.
Di dawiya hevdîtinê de bandora şerê navbera artêşa Îraq û çekdarên DIŞIê li ser deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê jî hate nirxandin û di her du aliyan tekez li ser vê yekê kir ku pêwîste li hember bicîh bûna DIŞIê li deverê de tedbîrên tund yên ewlekarî werin stendin.
