• Friday, 13 February 2026
logo

Hêmin Hewramî bi heyeteke Berîtanî re civiya

Gulan Media February 20, 2014 Nûçe
Hêmin Hewramî bi heyeteke Berîtanî re civiya

Hêmin Hewramî li gel heyeteke nunerên aliyên nava parlementoya Berîtaniyayê re civiya.

Îro li Hewlêrê berpirsê peywendiyên derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî li gel hijmareke nunerên aliyên nava parlementoya Berîtaniyayê re civiya.

Di destpêka civînê de Hewramî û heyeta Berîtanî behsa rewşa niha ya Kurdistan, Îraq û deverê kirin û heyeta Berîtanî endamên nivîsgeha peywendiyên derve yên PDKê ji serdan kirina Berîtaniyayê davet kirin.

Di beşeke din ya vê civînê de heyeta mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Kurdistanê û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de diyar kir, pişt re Hêmin Hewramî bi awayekî berfire behsa rewşa niha ya Kurdistanê, Îraq û deverê kir.

Hewramî herwiha behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê jî ji heyeta mêwan re kir û siyasetên partiya demokrata Kurdistanê ji heyeta Berîtanî re şîrove kir.

Top