• Friday, 13 February 2026
logo

Obama xwest Erdogan Hewlêr û Bexdayê li hev bîne

Gulan Media February 20, 2014 Nûçe
Obama xwest Erdogan Hewlêr û Bexdayê li hev bîne
Serokê Amerîka Barack Obama duh bi telefonê bi serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re axifî û li ser rewşa Tirkiyê û herêmê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.

Li gor malpera serokwezîrtiya Tirkiyê, di wê hevpeyvîna telefonê de Obama hêvî xwest ku kêşeya ineternetê li Tirkiyê di zûtirîn dem de çareser bibe.

Obama diyar kir ku wê Tirkiyê hemû kêşeyên navxwe bi awayekî hiqûqî û demokrasî çareser bike û rola xwe wek dewleteke pêşeng di cîhanê de bilîze.

Derbarê rewşa Sûriyê de, Obama xwest ku Tirkiyê hîn bêhtir rola xwe di zexta li ser hikûmeta Sûriyê bilîze û hevkariya xwe berdewam bike ku bikaribin sînorek ji “terora îslamî” li Sûriyê deynin ji bo ku çareseriya siyasî hîn hesantir bibe û krîza mirovahî jî ber bi çareseriyê ve biçe.

Serokê Amerîka ji Tirkiyê xwest ku Hewlêrê û Bexda di mijara enerjî û petrolê de li ser rêyeke navîn wan li hev bînin û lihevhatina wan bigire.

Herwiha Barack Obama daxwaza başbûna têkliyên Tirkiyê û Îsraîlê kir û hêvî kir ku di demeke herî nêzîk de têkiliyên Enqere û Tilebîbê ber bi başiyê ve biçin.

Serokê Amerîka û serokwezîrê Tirkiyê li ser aboriya Tirkiyê jî goftûgo kirin, ku pêwîste Tirkiyê siyeseteke ku bazara diravî pêşbixe bimeşîne.

Rûdaw
Top