AKPê bi kurdî û tirkî propagendaya hilbijartinê destpêkir
Serokê AKPê Receb Teyib Erdogan duh destpêkirina kampanya hilbijartina şaredariyan a partiya xwe ragihand ku biryar e di 30ê adarê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi tevlîbûna 25 partiyên siyasî bêne kirin.
Berî ku Erdogan axaftina xwe bike, stranên taybet bi kampanya AKPê hatin gotin. Strana yekemîn ya duh hat gotin bi navê “hertim eşiq, hertim xizmet” bû ku ew jî druşma AKPê ye di hilbijartinê de.
Strana duyemîn bi navê “dest bidin hev û bimeşin, em bi hev re Tirkiyê ne” bû ku bi her du zimanên kurdî û tirkî hatiye gotin.
AKPê di kampanya xwe de 10 stran amade kirine ku hemû navçe û herêmên Tirkiyê li xwe digire.
Rûdaw
