Biro: Divê Sêmalka di destê her du encûmenan de be
Deriyê Sêmalka ku di şibata sala 2013an de di encama lihevkirina Encûmena Niştimanî ya Kurd û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê ku PYDê jî di nav de cih digire, hat vekirin û ji wê demê de ji aliyê komîteyên hevbeş ên her du encûmenan dihat birêvebirin.
Hacî Kalo ku yek ji nûnerêna encûmena niştimanî ya Kurd e di komîteya serpereştyar a Sêmalk de ji Rûdawê re ragihand ku her 26 nûnerên encûmena Kurdî di rêveberiya deriyê Sêmalka de dest ji karê xwe berdane, ji ber ku wan qebûl nekir di bin sêbera kantona Cezîrê de kar bikin.
Vekişandina nûnerên encûmena kurdî li ser biryara sekreteriya giştî ya encûmenê bû ku bi gotina yek ji endamên wê, divê PYDê pêgirî rêkeftina Hewlêrê be û nabe bi tena xwe dest dane ser tiştî li Rojava.
Lê belê wezîrê karên derve yê kantona Cezîrê Salih Gedo dibêje ew dest ji biryara xwe bernadin û divê hemû sazî û dezgeh li Rojavayê Kurdistanê di bin sêbera rêveberiya xweseriya demokratîk de kar bikin.
Dema ku her du encûmen di dawiya sala 2013an de li ser vekirina deriyê Sêmalka ku nêzîkî 3 mehan ji aliyê PYDê ve hatibû girtin, li hev kirin, xelk kêfxweş bû, lê diyare kêfxweşiya wan gelekî berdewam nake.
Rudaw
