• Friday, 13 February 2026
logo

Di teqînên Beyrûtê de 5 kes hatin kuştin

Gulan Media February 19, 2014 Nûçe
Di teqînên Beyrûtê de 5 kes hatin kuştin
Teqîneke mezin li navçeya Bîr Hesen li başûrê paytexta Libnan Beyrûtê çêbû û di encam de 5 kes hatin kuştin û 80 kesên din jî birîndar bûn. Grûpeke çekdarî jî berpirsiyariya teqînan girte stûyê xwe.

Teqîn îro sibehê saet 9.30 bi dema Beyrûtê di rêya du otombêlên bombekirî re li nêzîk Navenda Kultûrî ya Îranê û herwiha Balyozxanya Kuwêtê çêbû.

Wezareta Tenduristî ya Libnanê ragihand ku di teqînê de 5 kes hatine kuştin û 80 kesên din birîndar bûne. Herwiha ziyanên mezin gihiştine avahiyên li dora cihê teqînê.


Li aliyê din grûpa bi navê Ketîbeyên Ebdillah Ezam berpirsiyariya her du teqînan girte stûyê xwe.

Ev duyemîn car e navçeya Bîr Hesen rastî êrîşan tê, berî niha du teqînan Balyozxaneya Îran li heman navçeyê kiribû armanca xwe.

Li gor malpera rojnameya el-Nehar a libnanî, şahidan gotiye ku wan 2 kesên xwekuj dîtine ku bi motorên xwe li cihê bûyerê xwe teqandine.

Rudaw
Top