Li Iraqê di 14 teqînan de 64 kes hatin kuştin
Li gor malpera Skynews, piştî teqînên şeva duşemê li Bexdayê ku di encam de 14 kes hatin kuştin, duh 50 kes li seranserê Iraqê hatin kuştin.
Çavkaniyên ewlekariya Iraqê ragihandin ku di encama teqîna du otombêlên bombekirî de li navçeya el-Beyah li başûrê Bexdayê 5 kes hatin kuştin û 12 kesên din birînar bûn.
Herwiha li taxa eê-Îhlam li nêzîk navçeya el-Beyah otombêlek teqiya û di encamp de 2 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn. Li navçeya el-Şurte li Bexdayê jî otombêlek teqiya û bû sedema kuştina 2 kesan û birîndarbûna 5 kesên din.
Otombêleke din jî li navçeya el-Amil li Bexdayê teqiya û di encam de kesek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn.
Li bajarê Hille û qeza el-Museyeb li parêzgeha Babilê jî di encama teqîna 5 otombêlên bombekirî de 9 kes hatin kuştin û 54 kesên din birîndar bûn.
Li gor ajansa AFP, ji destpêka vê mehê de û heta duh sêşemê, 480 kes di encamp teqîn û karên tundiyê de li Iraqê hatine kuştin.
Ji destpêka sala 2014an de jî 1460 kes li seranserê Iraqê hatine kuştin.
Rudaw
