Fûad Hisên moleta dawî ya avakirina hikûmetê ragihand
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Civîn dê ligel wan part û aliyan bê lidarxistin ku di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de her yekî ji wan kursiyek bi dest xistiye”.
Hisên diyar kir ku tê pêşbînîkirin heta 10 rojên din proseya avakirina kabîneya heştem a hikûmet Herêma Kurdistanê bi dawî were.
Di çend rojên borî de Serokê Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pirsa avakirina kabîneya nû ya hikûmetê ligel Tevgera Gorran, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî civiyabû.
Rudaw
