Ermenistan Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê ve dike
Hikûmeta Ermenistanê biryar daye Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê veke.
Di vê derbarê de Wezîrê derve yê Ermenistanê Eduard Nalbendiyan ragehand ku hikûmeta Ermenistanê biryar daye vîzeya xwe bo welatiyên Îraqê hilweşîne û jiniha pêde welatiyên Îraqê dikarin bêyî vîze serdana Ermenistanê bikin.
Nalbendiyan di kongreyeke hevbeş ya bi Wezîrê derve yê Îraqê Hoşiyar Zêbarî re eşkere kir ku hikûmeta Ermenistanê ji bilî biryara hilweşandina vîzeyê bo welatiyên Îraqê herwiha biryar daye daku di demeke nêz de li Hewlêrê jî Konsulusxaneya xwe veke.
