Nêçîrvan Barzanî û Konsulusê Îranê civiyan
Serokwezîrê Kurdistanê û Konsulusê Îranê civiyan.
Duh li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Îranê yê li Bexdayê Hesen Danayîfer û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtineke de her du alî behsa têkeliyên navbera Îran û Kurdistanê û herwiha çawetiya bihêztir kirina wan peywendiyan kir bi taybetî peywendiyên abûrî û bazirganî.
Di berdewamiya hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê, pêşhatên ewlekarî yên li Parêzgeha Enbarê û rewşa deverê bi giştî hate nirxandin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de her du alî behsa danûstandinên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî kirin û piştgîriya xwe bo çareser kirina kêşeyên heyî bi rêya diyalogê diyar kirin.
