• Friday, 13 February 2026
logo

PYD li Amûdê radyoyek qedexe kir

Gulan Media February 19, 2014 Nûçe
PYD li Amûdê radyoyek qedexe kir
Li bajarêî Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, Asayişa PYDê avêtin ser avahiya radiyoya Arta-FMê û weşana wê ji bilî stranan qedexe kir.

Rêveberê cîbicîkarê yê Arta-FMê, hunermend Sefqan li ser vê bûyerê ji Rûdawê re got: “Îro hêzk ji asayişa PYDê ya bajarê Amûdê avêt ser avahiya radyoya Arta-FM û ew dorpêç kirin û ji karmendêjn wê xwestin ku avahiya radyoyê vala bikin.”

Sefqan, wiha domand: “Piştî ku asayişê ji me xwest ku em ji avahiya radyoyê derkevin, dest bi lêkolînan kirin û laptopên me ji me standin da wan pişkinîn bikin.”

Li ser sedema vê bûyerê jî rêveberê cîbicîkar yê radyoyê wiha ji Rûdawê re aşkere kir: “Asayişê ji me re got ku li bajarê Qamişlo dozek li ser radyoyê hatiye vekirin, lê wan diyar nekir ka kî ev doz vekiriye û sedema wê dozê çiye.”

Ji aliyek din ve, rêveberê Arta-FM da zanîn ku “Niha du endamên asayişê li pêş avahiye radyoyê rawestane û nahêlin kes derbasî nava avahiyê bibe, lê tenê du endamên me di avahiyê de hene û asyişê rê daye me ku tenê em stranan biweşînin û jibilî stranan her bernameyek din qedexe kirine û nediyare ka dê kengî bihêlin carek din em bi asayî dest bi kar û weşana xwe bikin.”

Arta-FM, roja 6ê Tîmeha sala 2013an hatiye damezirandin û ew radyoyeke civakî giştî ye, û di nava bernameyên wê de çend bûltenên nûçeyan hene û pexşa wê bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî di ye.

Rûdaw
Top