Ebdulah Gul yasaya internetê erê kir
Ebdulah Gul li ser lapera xwe ya li ser tora civakî (Twîtterê) ragihandiye ku yasaya internetê erê kiriye û gotiye: "Ev demeke dirêje ku li ser hesabê min yê Twîtterê, derbarê yasaya internetê de, ji min re gelek peyam tên şandin û wan peyaman de bi taybetî li ser du babetan redkirin tên kirin."
Serokomarê Tirkiyê got: "Ez bi hikûmetê re hatibûm bal hev û min fikr û ramanên xwe yên derbarê her du xalan de, parve kiribû û min xwastibû ku ew her du xal bên sererastkirin. Ez dibînim ku her du xal dê sibê bi verastkirineke yasayî bên sererastkirin û fikarên derbarê mijarê de ji holê bên rakirin."
Yasaya ku hinek pîvanên nû ji pexşa ser tora internetê li Tirkiyê destnîşan dike, beriya niha ji aliyê parlamentoya wî welatî ve hatibû pejirandin û ji Ebdulah Gul re hatibû şandin. Ev yasa jî piştî operasyonên 17ê Kanûna par piştî têkçûna pêwendiyên navbera AKP û Cemaeta Gulen tên derxistin.
Xendan/AA
