• Friday, 13 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina YXK û YCDKê pîroz kir

Gulan Media February 18, 2014 Nûçe
Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina YXK û YCDKê pîroz kir

Bi minasebeta 61 saliya damezrandina YXK û YCDK Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî her du tevgeran kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Birêzan Sekrter û endamên YXK û YCDK
Silaveke gerim bo we

Bi minasebeta 61mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên demokart yên Kurdistanê gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim û bi rê ya we jî ev salvegera han li tevahiya Xwendekar û ciwanên Kurdistanê pîroz dikim û hêviya serkeftin, serfirazî û pêşkeftinê ji we re dixwazim.

Rola çînên ciwan û Xwendekaran di nava tevgera rizgarîxwaz ya gelê Kurd de gelek girîng û ber çav e, Şehîd û qurbaniyên ev du tevgerên han jî belgeyeke heşahelnegir ku îsbat dike ku çawe ev du çînên han milê xwe dabû jêr erka qors û giran ya Kurdatî, niha jî dibe xwe bo pêşhatên nû amade bikin bi taybetî di wan rojan de ku li devera me de guhertinên gelek bilez û girîng di rojevê dene û tê payîn tiştên gelek girîng biqewmin, lewre bo parastina berejwendiyên netewî pêwîste xebata xwe bo awedan kirin û hişiyar kiirna çîna ciwan û Xwendekaran berfiretir bikin û xwe bikin yek daku bibin katereke xwedan roleke çalak di bin navê amade kirina leşkereke bihêz û pspor bo birêve birin û bi damezraweyî kirina welat û pêş de birina civak û dîroka gelê Kurd.

Her bi vê minasebeta han ez careke din piştgîriya xwe bo we dubare dikim hertim piştgîriya pêngavên we dikim, ev tiştên ku di demên derbasbûyî de jî we cîhbicîh kirina cêha şanaziya her kesekiye.
Dubare pîroz be 61 saliya YXK û YCDK
Mesrûr Barzanî
Top