Serokê Herêma Kurdistanê li gel Sekreterê Giştî û Mekteba Siyasiya Yekgirtî civiya
Li vê civînê de qonaxên dawî ya pêvajoya danustandina aliyan ji bo pêkanîna kabîneya heştema Hikûmetê xistin ber behs û şanda Yekgirtiya Îslamî ji bilî behskirina para hilbijartinên ya partiya wan tekez li ser Hikûmeta bingeha berfireh kir û bi pêwîstî jî zanî ku kêşe li ber pêkanîna Hikûmeta berfireh bêne çareser kirin. Li beranber da Serok Barzanî palpiştiya xwe ji bo vê helwesta Yekgirtiya Îslamî ragihand.
Her li vê kombûnê da pêvajoya navxweyî û aboriya Kurdistanê û pêvajoya siyasî û emniya Iraqê û her wiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda hate nirxandin.
Axaftina li ser rewşa Sûriye û dariştina helwestekî hevbeşa di navbera aliyên siyasî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser Rojavayê Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
