Li Romadî tîmên çekdar 20 polîs revandin
Hijmareke çekdarên nenas li Romadî 20 polîs revandin.
Di vê derbarê de çavkaniyek ji hêzên polîs yên li Parêzgeha Selahedînê ragehand ku hijmareke çekdarên nenas ku tê payîn 50 çekdarên navçeya Mhamide ya li Felûce dorpêç kirine û 20 polîs revandine.
Çavkaniya han eşkere kir ku hêzên ewlekarî yên deverê bi hevkariya Serok Eşîrên wan deveran dest bi hewldan bo azad kirina wan polîsan kirine.
