• Friday, 13 February 2026
logo

Fermangeha têkeliyên derve digel saziya Invest In Group rêkevtinek îmza kir

Gulan Media February 18, 2014 Nûçe
Fermangeha têkeliyên derve digel saziya Invest In Group rêkevtinek îmza kir
Li bajarê Hewlêrê di navbera fermangeha têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê û saziya Invest in Group peymanek hat îmazakirin û li gor wê peymanê saziya Învest in Group di warê çap û weşandinê de alîkariya herêma Kurdistanê bike.


Di berdewamiya xebat û çalakiyên fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona nasandina herêma Kudistanê di warê amin, aramî, pêşkevtinên siyasî, civakî, kulturî, aborî û warên din yên jiyanê bi cîhana derve û ji bona balkişandina sermayedar û karsazên biyanî bo ser herêma Kurdistanê, roja yekşembîya çûyî peymanek di navbera Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û Kan Erîk rêvebirê saziya Invest in Group de hate îmzakirin.

Di merasima îmzakirina peymanê de ku, Karwan Cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve, Dîndar Zêbarî cîgirê berprisê fermangeha têkeliyên derve bo karûbarên rêxistinên navdewletî, Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve û hijmareke rêvebir û rawêjkarên fermangeha têkeliyên devrve amade bûn, Felha Mistefa kêfxweşiya xwe li hember îmzakirina wê peymana navborî diyar kir û got: ”tevî hebûna kelem û astengiyan jî, lê îsal jî kitêba Kurdistan Review hat çap kirin.”

Kan Erîk jî di axaftina xwe de got ku, ew bi îmzakirina peyaman anvborî û hevkarî û hevahengiya navbera her du aliyan de heye, kêfxweş e û got ku, ew xwe hevebşên pêşkeftinên herêma Kurdistanê dizan in û dê ji bona nasandina herêma Kurdistanê bi cîhana derve berdewam bin.

Weke tê zanîn ev cara duyemîne bi piştevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêya saziya Invest in Group kitêba Kurdistan Review tê çap kirin.

Top