• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li her dû Yekîtiyên Qutabiyan û Lawên Kurdistanê kir

Gulan Media February 18, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li her dû Yekîtiyên Qutabiyan û Lawên Kurdistanê kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Qutabî(xwendekar) û Lawên delal

Bi helkefta 61 emîn salvegera damezrandina rêxistinên we (Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê) pîrozbahiyê li we dikim û ji bo we hêviyên zêdetir serkeftinê dixwazim.‏

Ev dû rêxistin cihê destê wan li nav dîroka tevgera rizgarîxwaziya gelê me de diyare û neku her Pêşmerge û palpiştiyekî polayî yê şoreşê bûn, belku xwendingehek bûn ji bo pêgihandina kadîr û serkirdeyên têkoşerê gelê xwe bûn.

Niha jî ku gelê me li qonaxekî hestiyarê xebata rizgarîxwaziya xwe daye, rola we gelek hestiyar û girînge û pêwîste bi heman hestên Pêşmergane ve wan hewlan bidin ku ji bo bê îradekirin û lawazkirina hestên nîştîmanperwerî ku li cem gencên welatê me li holê daye. Pêwîste hun palpiştiya avadaniya welat û parêzgarîkirina gel û welatê xwe bin û li sengerê xwendin û zanistê da dirêjiyê bi xebata xwe bidin.

Serbilind û serkeftî bin.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
‏17/02/2014‏
Top