W. navxwe yê Tirkiyê: Emê pirsa Kurd çareser bikin
Wezîrê navxwe yê Tirkiyê Afkan Ala di çarçoveya serdana xwe bo bajarê Wanê ya Bakûrê Kurdistanê de li gel kasibkarên wî bajarî civiya.
Ala li Wanê gotarek pêşkêş kir û derbarê çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyê de cext li ser hewlên hikûmetê kir û got: Bo serketina qonaxa aştiyê û çareseriya temamî ya pirsa Kurd pêwîste hemû pêkve hewla wê yekê bidin daku bikarin di qonaxa çareserî de bighên encamekî baş ku cihê rizemendiya hemuyan bê.
Wezîrê navxwe yê Tirkiyê mizgînî da beşdarvanên civînê ku biratî û pêkve jiyanekî nû ava dikin û Tirkiyekî nû dadimezrînin.
Xendan/AA
