Tometbarên kuştina 63 penaberên Rojava hatin cezakirin
Li Navçeya Menderesê di 6ê îlona 2012an de 63 penaberên Rojavayê Kurdistanê ku piraniya wan jin û zarok bûn, dema xwestin bi keştiyê derbasî Yonanistanê bibin, keştiya wan bin av bû û jiyana xwe ji dest dan.
Piştî bûyerê li kaptanê keştiyê Burhan Yilmaz Cîgirên wî Mustafa Mucuk û Haci Çoban doz hat vekirin.
Li gor nûçeya DÎHAyê, rûniştina tometbaran li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê bi amadebûna Burhan Yilmaz, Mistefa Mucuk û parêzerên wan hat dîtin.
Kaptanê keştiyê ku bû sedema mirina her 63 kesan Burhan Yilmaz rastî 20 sal ceza hat. Cîgirê wî Mistefa Mucuk jî rastî 12.5 sal ceza hat. Dîsa li cîgirê kaptan Hacî Çoban jî 5 sal ceza birîn.
Lê belê li hemwelatiyên Sûriyê Sezar İbrahim û Mîlad Korkis jî 2.5 meh cezayê girtîgehê birîn.
Rûdaw
