Rêjîma Îranê kedkarekî Kurd kuşt
Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, roja Îna derbasbûyî li ser sînorê Nawer çekdarên rêjîma Îranê kedkarekî Kurd dane li ber guleyan û di encamê de wî jiyana xwe ji dest daye.
kedkarê Kurd bi bi navê Silahedîn Brûskî e ku xwediyê zarokekî du salî bû, ji bo debara jiyana xwe bike karê kedkariyê dikir.
Hêjayî gotinê ye ku, salane bi dehan kekdarên Kurd li ser sînor ji aliyê hêzên rêjîma Îranê ve tên kuştin, yan jî ji ber şert û mercên xwezayê yên giran di rêyên kedkariyê de jiyana xwe ji dest didin.
Xendan
