• Friday, 13 February 2026
logo

Ehmed Turk: Armanca me xweseriya demokratîk e

Gulan Media February 17, 2014 Nûçe
Ehmed Turk: Armanca me xweseriya demokratîk e


Ehmed Turk, namzetê hevserokatiya bajarê mezin a Mêrdînê, diyar kir ku cihê herî baş karibe modela xweseriya demokratîk a li Rojava lê were bicihanîn Mêrdînê. Her weha bal kişand ku armanca wan xweseriya demokratîk e.

Di hevpeyvînekê li gel ajansa Firatnewsê li ser pirsa gelo hûn jî difikirin ku modela xweseriya demokratîk a li Rojava di dema pêş de li şaredariyan birêve bibin?. Ehmed Turk got: Bêguman armanca me xweseriya demokratîk a Kurdistanê û gelên Kurdistanê ye. Me biryara xwe ya di vî warî de ji zûdeyî ve dane.

Di berdewamkirina axaftina xwe de Turk got: “Mêrdîn di vî warî de cihê herî guncaw e ku modela xweseriya demokratîk herî baş lê bich were anîn. Lê belê di navbera mercên Rojava û Bakurê Kurdistanê û Mêrdînê de, di warê siyasî de cudahî hene.”

Turk got: Bê guman ev modela me ye, ji destpêkê ve em hewl didin vê modelê bicih bînin. Bi nirxandina herî baş a şert û mercan re, ji bo bicihanîna vê modelê çi ji destê me were emê bikin.

Turk ev yek jî aşkira ku, beriya şoreşa Rojava destpê bike wan weku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)`ê îlan kiribûn ku Kurd êdî sîstemeke xweseriya demokratîk dixwaze.

Xendnan
Top