• Friday, 13 February 2026
logo

Bexda: Hewlêr 11 milyar dolar deyndarê me ye

Gulan Media February 17, 2014 Nûçe
Bexda: Hewlêr 11 milyar dolar deyndarê me ye
Bi hinceta şandina rêjeyeke kêm a petrolê, hikûmeta Iraqê îdîa dike ku hikûmeta Kurdistanê 11 milyar dolar deyndar e, lê Wekîlê Wezareta Darayî ya Kurdistanê vê yekê red dike û dibêje Bexdayê pereyên şirketên petrolê yên li Kurdistanê kar dikin heta niha nedaye.

Li gor agahiyên hatine bidest xistin, di danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de, hikûmeta navendî daxwaza 11 milyar dolar ji hikûmeta Kurdistanê kiriye, ji ber ku di proje yasaya sala 2013’an de Herêma Kurdistanê li ser wê yekê razî bûbû ku rojane 250 hezar bermîl petrol bişîne derve û dahata wê bide Iraqê, lê Hewlêrê rojane tenê 23 hezar bermîl petrol şandiye derve.

Di vê derbarê de, Wekîlê Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê Reşîd Tahir ji BasNewsê re got: “Em ne deyndarê Bexdayê ne, lê ew li gor xwe diaxifin, wan pereyên şirketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin nedane, eger pereyan nede wan şirketan dê çawa rojane 250 hezar bermîl bişîne?.”

Reşîd Tahir tekez kir ku Bexda deyndara Herêma Kurdistanê ye û wiha axifî: “Me bi nivîseke fermî û bi belge Bexda haydar kir ku ew 27 tirilyon dinar deyndarê me ye.” Li gor agahiyên BasNewsê, yek ji sedemên neşandina meaşê fermanberên Kurdistanê ew e ku Wezareta Darayî ya Iraqê zextê li Herêma Kurdistanê bike daku Hewlêr wan 11 milyar dolaran bide Bexdayê.

Basnews
Top