• Friday, 13 February 2026
logo

‘Deriyê Raperîn’a Başûr li Amedê tê nasandin

Gulan Media February 17, 2014 Nûçe
‘Deriyê Raperîn’a Başûr li Amedê tê nasandin
Li ser vexwandina Şaredariya Sûrê ya Amedê, bajarê Raniye yê Başûrê Kurdistanê ku wek “Deriyê Raperînê” tê nasîn, dê du rojan li bajarê Amedê were nasandin.

Çalakiya danasîna bajarê Raniye li Amedê, ji aliyê şaredarî, qaymeqamî û navenda rewşenbîrî û hunerî ya Rayel a Raniyê ve hatine amadekirin.

Li gorî bernameya çalakiyan, sibê li navenda rewşenbîrî û hunerî ya Cegerxwîn a Amedê dê pêşangeheke wêne û şêwekariyê ya hunermendên Raniyê were vekirin û dê du rojan bidome, her wiha dê semînarek ji aliyê nivîskarê Raniyeyî Mihemed Elî ve li ser Ehmed Xanî were dayîn.

Di wan çalakiyan de, Şaredarê Raniyê Ehmed Camêr, nûnerê qaymeqamê Raniyê û Dana Rezgeyî wek nûnerê navenda rewşenbîrî û hunerî ya Rayelê beşdar dibi. Bi giştî şanda Raniyê yak u diçe Amedê ji 21 kesan pêk tê.

Alîkarê Şaredarê Sûra Amedê Mihemed Elî Altinkaynak, ragihand, sala borî şaredariya Amedê li Raniye, Silêmanî û Hewlêrê çalakiyên danasîna Amedê li dar xist, her wiha şaredariya Sûriyê jî ji aliyê şaredariya Dihokê ve hat nasandin, niha jî em bi kêfxweşiyek mezin mêvandariya Deriyê Raperînê dikin.

Raperîna (serhildan) Başûrê Kurdistanê li dijî rêjîma Beis a Iraqê, roja 5ê Adara 1991an li bajarê Raniyê ve dest pê kir ji ber wê jî Raniye wek Deriyê Raperînê hat nasîn.

Rudaw
Top