Kamîliya: Peywendiyên gelê Kurd û Misrê dîrokî ne
Kamîliya Subhî di daxuyaniyake taybet de bo BasNewsê got: “Peywendiyên Misrî-Kurdî ne nû ne, lê ji zû de têkilî di navbera me de hene û têkiliyên geş di navbera me û Herêma Kurdistanê de hene.”
Kamîliya Subhî ku di heman demê de berpirsa beşa têkiliyên rewşenbîrî yên derve ye li Wezareta Rewşenbîrî ya Misrê, wiha axifî: “Serdana Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê bo Misrê gelekî erênî bû, û ew wezîr gelek rewşenbîr bû û ji kultûra Misrî hez dikir.”
Kamîliya Subhî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Me pêşwazî li gelek çalakiyên Herêma Kurdistanê li Qahireyê kirin û me gelek çalakî jî li Herêma Kurdistanê lidar xistin. Herwiha Herêma Kurdistanê û Misir dixwazin di ware rewşenbîrî û kultûrî de têkiliyên xwe gelekî bihêztir bikin.’‘
Di dawiya gotinên xwe de Wekîla Wezareta Rewşenbîrî ya Misrê Kamîliya Subhî hêvî kir ku di dema dahatû de hevkariyeke zêdetir di navbera her du gelê Misir û Kurd de çêbibe.
Basnews
