Zeydî û 9 hezar çekdarên Sehwe hatin Hemrîn
Li gor agahiyên BasNewsê, Zeydî û 9 hezar çekdarên Hêza Sehwe li navçeyên sînorê Hemrîn û çend deverên din ên parêzgeha Diyale belav kirine. Hat zanîn ku sedema hatina wê hêzê jî gefên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAÎŞ) ne ku li Hemrîn û deverên derdora wê Wilayeta Îslamî ya Kerkûkê ragehandine û xwe ji şerê mezin re amade kirine.
Ji aliyê xwe ve Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Cebar Yawer ji BasNewsê re got: ‘’Ew hêz li derveyê wan navçeyan e ku Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê têde ye, di jêr kontrola Firqeya 5 a Artêşa İraqê de ne, lê belê em ji hatina wan hêzan agahdar kirine û haya me jê heye.’‘
Cebar Yawer wiha axifî: ‘’Çênabe hîç hevwelatiyek ji wan operasyonên tên kirin bitirse, navendeke me ya hevahengiyê ya hevbeş li Diyale heye bi navê ‘Navenda Hevahengiya Efseran’ û Lîwa Îsmaîl di wê navendê de nûnerê Hêzên Pêşmerge ye, loma li wan navçeyan eger zext li her hevwelatiyekî hat kirin dikare serdana wê navendê bike.’‘
Sala borî Hêza Operasyonên Dîcle a Ebdulemîr Zeydî li navçeyên Kurdistanê yên derveyê îdareya herêmê alozî xist navbera artêşa İraqê û hêzên Pêşmergeyan. Piştre hêzeke zêde ya Pêşmergeyan çû wan navçeya, lê gefên vê dawiyê yên çekdarên DAÎŞ’ê û tirsa zêdebûna terorê li wan deveran wiha kir Hêza Pêşmerge û Artêşa İraqê zêdetir nêzîkê hev bibin.
Basnews
