• Friday, 13 February 2026
logo

Artêşa Azad Selîm Idrîs ji ser kar dûrxist

Gulan Media February 17, 2014 Nûçe
Artêşa Azad Selîm Idrîs ji ser kar dûrxist
Encûmena leşkerî ya Artêşa Azad a Sûriyê, Serokerkanê Artêşa Azad Selîm Idrîs ji ser kar dûrxist , û Ebdilîlah el-Beşîr ji bo wê postê erkdar kir.

Doh, 16.02.2014, encûmena leşkerî ya Artêşa Azad biraya da ku Selîm Idrîs ji posta serokerkanê wê artêş dûr bixe û kesekî din li cihê wî hilbijart.

Endamê encûmena leşkerî ya Artêşa Azad, Qasim Saadedîn ragihand ku biryara dûrxistina Idrsî ji serokatiya erkanên artêşê bi tevaya dengan hat sitandin, û sedema vê biryarê jî destdanîna çekdarên Eniya Îslamî li ser baregeh û embarên çekan ên Desteya Erkanên Artêşa Azad li Sûriyê bû, ku berî sê mehan çekdarên Eniya Îsalmî dest danîbûn li ser wan embaran.

Lê di wê demê de, Serokerkanê Artêşa Azad, Selîm Idrîs ragihand ku berpirsariya vê yekê ne tenê di stûyê wî de ye.

Herwiha Saadedîn aşkere kir ku Amerîka daxwaz ji encûmena leşkerî kiribû ku Idrîs ji serokatiya erkanan dûrnexe, û gef wê yekê xwaribû ku eger Idarîs ji kar were dûrxsitin ew nema çekan didin Artêşa Azad.

Selîm Idrîs, jidayik bûyê sala 1957an e li bajarê Humsê, di sala 2012an de ji rêzên artşa Sûriyê cuda bû, û di dawiya wê salê de bû serokeranê Artêşa Azad a Sûriyê.

Rudaw
Top