• Friday, 13 February 2026
logo

Şanda Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê û ev naveroka serdana wê ye

Gulan Media February 17, 2014 Nûçe
Şanda Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê û ev naveroka serdana wê ye
Îro, 17.02.2014, demjimêr 11:50 deqe bi dema Hewlêrê şanda Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê ji bo gotûbêjkirina pirsa şndina petrola Herêma Kurdistanê li gel berpirsên Iraqê û arîşeyên budceyê.

Li gorî zaniyariyên Rûdawê, şanda Herêma Kurdistanê ku bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ye ji Cîgirê Serokwezîr Îmad Ehmed, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Hêmin Hewramî, Wezîrê Pilandananê Elî Sindî û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêk tê.

Biryare îro şanda Herêma Kurdistanê ligel şêwirmendê Nûrî Malikî bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî, Wezîrê Petrola Iraqê Ebdilkerîm Luêbî û Wezîrê Darayî yê Iraqê Sefaedîn Safî bicive.

Lê di bernameya şandê de nîne ku ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bicive, lê ligor zaniraiyên Rûdawê eger heye ku şanda Kurdistanê ligel Malikî jî bicive.

Berî niha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “Serdana şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî bo 2 terwrên sereke ye, yek ji wan arîşeya budceyê ye, ku heta niha ew arîşe berdewame û hê di Parlamentoya Iraqê de nehatiye gotûbê kirin û aliyên Kurdî li ser ne razî ne, tewera duyem jî li ser pirsa enerjiyê ye.”

Rudaw
Top