Li Xormalê bombeyeke neteqiyayî hate dîtin
Li bajarokê Xormalê de bombeyeke neteqiyayî hate dîtin.
Di vê derbarê de Şîniyên devera Xormalê eşkere kirin ku di dema kolandina erdekî de bombeyeke neteqiyayî hatiye dîtin ku tê payîn bombeyeke kîmiyayî ya serdema rejîma Besê be.
Şîniyên deverê dibêjin ev bombeya han her weke ev bombeyên kîmiyayiye ku li mînomenta Helebceyê de hatine danîn.
Ji aliyeke din ve daxwaz ji wezareta pêşmergeyê tê kirin daku tîmeke pspor bo lêkolîn kirin li ser vê bombeyê bişîne devera Xormalê.
