Parlamenterên Elmanya bi hewara Gola Urmiyê ve diçin
Berdevkê Grûba Parêzerên Gola Urmiyê Prof. Ehmed Rehmanzade, derbarê hevkariya navdewletî de bo rizgarkirina Gola Urmiyê got: ‘’Hejmarek mamostayên zanîngeha Marburg a Elmanya û nêzîka 30 parlamenterên Elmanî di nameyekê de bo Rêxistina Parastina Gola Urmiyê, amadebûna xwe pêşan dane bo hevkarîkirin û rizgarkirina gola navbirî.’‘
Rehmanzade wiha axifî: ‘’Eger pirsgirêka etomî ya Îranê ligel welatên Rojava bê çareserkirin, rêxistin û navendên cîhanî amade ne hevkariyê bikin ji bo Gola Urmiyê ji ziwabûnê were rizgar kirin.’‘
Berî niha derbarê ziwabûna Gola Urmiyê de, Nûnerê Parêzgeha Azerbeycana Rojava Nadir Qazîpur ji medya Îranê re gotibû: ‘’Ava Gola Urmiyê zêdeyî 7 metreyan daketiye, loma zêdeyî 3 milyon kes ên derdora golê ku piraniya wan cotkar in neçar mane cih û warên xwe bicîh bihêlin, koçber bibin û berê xwe bidin bajarên din.’‘
Nûnerê xelkê Miyanduaw û Tîkab a girêdayî parêzgeha Azerbeycana Rojava Mehdî Îsazad li Parlamentoya Îranê ragehandibû ku zêdeyî ji sedî 75’ê ava Gola Urmiyê ziwa bûye û rewşa wê golê gefeke mezin û cidî ye bo ser xwezaya Îranê.
Basnews
