Barzanî dê bi tenê digel Berhem Salih rûnê
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Berhem Salih ku beriya niha gotibû “ez heta lidarxistina kongrê endamekî normal ê YNKê me” dê sibê (17.02.2014) vegere Herêma Kurdistanê.
Li gorî agahiyan, Berhem Salih dê li ser arîşeyên nav YNKê û pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Barzanî re rûnê.
Barzanî, duh jî bi endamên polîtburoya YNKê (Mela Bextiyar, Kosret Resûl, Hêro Îbrahîm, Hakim Qadir Hemecan, Îmad Ehmed) re li Pîrmama Hewlêrê civiyabû û li ser aloziyên nav YNKê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj kiribû.
Di civînê duh de Berhem Salih beşdar nebibû.
Rudaw
