• Friday, 13 February 2026
logo

Barzanî dê bi tenê digel Berhem Salih rûnê

Gulan Media February 16, 2014 Nûçe
Barzanî dê bi tenê digel Berhem Salih rûnê
Hat zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê digel Endamê Polîtburoya YNKê Berhem Salih bicive.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Berhem Salih ku beriya niha gotibû “ez heta lidarxistina kongrê endamekî normal ê YNKê me” dê sibê (17.02.2014) vegere Herêma Kurdistanê.

Li gorî agahiyan, Berhem Salih dê li ser arîşeyên nav YNKê û pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Barzanî re rûnê.

Barzanî, duh jî bi endamên polîtburoya YNKê (Mela Bextiyar, Kosret Resûl, Hêro Îbrahîm, Hakim Qadir Hemecan, Îmad Ehmed) re li Pîrmama Hewlêrê civiyabû û li ser aloziyên nav YNKê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj kiribû.

Di civînê duh de Berhem Salih beşdar nebibû.

Rudaw
Top