Şanda Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê
Sefîn Dizeyî ji got “Berî niha hatibû gotin ku îro yekşemê dê şanda Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê, lê ji destpêkê ve ti biryareke wiha nebû û ew serdan dê dawiya vê heftiyê pêk were”.
Dizeyî herwiha got “Di serdana şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de dê du mijarên serekî bêne gotûbêjikirin ku pirsgirêka budceyê û dosyeya enerjiyê ne”.
Li gor zanyariyên Rûdawê, endamên şanda Herêma Kurdistanê dê heman endamên şanda berê bin.
Rudaw
