• Friday, 13 February 2026
logo

Şanda Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Gulan Media February 16, 2014 Nûçe
Şanda Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku ti biryar nebû ku şanda Herêma Kurdistanê îro yekşemê biçe Bexdayê û ew serdan dê di dawiya vê heftiyê de be.

Sefîn Dizeyî ji got “Berî niha hatibû gotin ku îro yekşemê dê şanda Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê, lê ji destpêkê ve ti biryareke wiha nebû û ew serdan dê dawiya vê heftiyê pêk were”.

Dizeyî herwiha got “Di serdana şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de dê du mijarên serekî bêne gotûbêjikirin ku pirsgirêka budceyê û dosyeya enerjiyê ne”.

Li gor zanyariyên Rûdawê, endamên şanda Herêma Kurdistanê dê heman endamên şanda berê bin.

Rudaw
Top