Mistefa: Eger wezîrekî me ji rêya xwe derbikeve emê wî ji kar dûrbixin
Newşîrwan Mistefa, duh civînek ji komek ji endazyarên endamên Gorranê re çêkir.
Li gorî malpera fermî ya tevgerê, Newşîrwan Mistefa di civînê de behsa arîşe û tengasiyên jiyanê, perwerdê û xirabiya rê û cadeyan û plan û hewlên Gorranê bo çareserkirina wan kêşeyan kiriye.
Li gorî nûçeyê, Mistefa amaje bi beşdariya Gorranê di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de kiriye û wiha gotiye: “Eger wezaretek bibe ya me, emê hewl bidin sîstema karê wê wezaretê biguherînin nek karmendên wê saziyê, eger me karmend jî guhert em hemûyan nakin endamên Gorranê lê kesên ku zana û jêhatî bin emê wan werbigirin.”
Organîzatorê Giştî yê Gorranê her wiha anî ziman ku nahêlin yên ku dibin wezîr, tenê di hizra berjewendiyên xwe de bin divê yên ku dibin wezîr sozên ku Gorranê daye xelkê cî bi cî bikin.
Newşîrwan Mistefa destnîşan kir ku her wezîr û berpirsek ji rêya xwe derbikeve û xwar bimeşe dê ji kar dûr bixin û hesab jê bixwazin.
Tevgera Gorranê di hilbijartinên 21ê Îlona 2013an a Parlamentoya Kurdistanê de 24 kursî bidest xist û bû hêza duyem li Herêma Kurdistanê, ji ber wê jî daxwaza 4 wezaretan ji kabîneya nû ya hikûmetê dike.
Rudaw
