• Friday, 13 February 2026
logo

‘Divê Amerîka derî li ber Kurdan veke’

Gulan Media February 16, 2014 Nûçe
‘Divê Amerîka derî li ber Kurdan veke’
Biryar e hefteya dahatû proje-yasayek pêşkêşî Kongresa Amerîkayê bê kirin, daku navê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji lîsteya terorê bê derxistin.

Di sergotara îro ya rojnameya Washington Post a Amerîkî de tê tekez kirin ku divê îdareya Obama careke din pişta xwe neda Kurdan û zerarê neghînin wan peywendiyên girîng.

Di gotara rojnameya navbirî de wiha tê gotin: ‘’Herêma Kurdistanê ku çarkoşeyeke navbera İraq, Tirkiye, Sûriye û Îranê kontrol dike, herêmeke demokratîk, ilmanî, hevpeymanê Rojava û dijminê rêxistina El-Qaîdeyê ye. Loma hîç tiştekî neçaverêkirî nebû ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî birayr bû serdana Amerîkayê bike, lê tişta cihê nîgeraniyê ye, redkirina wê serdanê bû.’‘

Raporta Washingtonê wiha berdewam dike: ‘’Barzanî ew serdana xwe nekir, ji ber ku îdareya Obama û Kongresê ew xeletî sererast nekiribûn ku bûbû sedema çêbûna hestyariyê di peywendiyên navbera Amerîka û Kurdan de, ew jî ew bû di sala 2001’ê de li gor yasayeke nû a Amerîkayê, her partiyeke şerê çekdarî li dijî desthilatdariya welatê xwe kiribe, rêxistineke terorîstî ye û ji wê demê ve jî navê PDK û YNK’ê di wê lîsteyê de heye û nehatiye derxistin, ligel wêya ku her du partî hevpeymanê nêzîk ê Amerîkayê ne.’‘

Li gor heman rojnameyê, çendîn sal e Amerîka soz daye Kurdan ku navê PDK û YNK’ê ji wê lîsteyê derxîne, lê soza xwe bicîh neaniye û wiha tê gotin: ‘’Ev pirsgirêka han, di vê dema hestyar de zerar gehandiye wê peywendiya girîng û Washington berpirsyarê yekem e di vê meseleyê de.’‘

Washington Post ku wek rojnameyeke nêzîkê îdareya Koşka Spî tê naskirin, wiha nivîsiye: ‘’Senator John McCain pêşengiya wan hewldanan kiriye bo derxistina navê partiyên Kurdî ji wê lîsteyê û bi nêt e di çend hefteyên dahatû de, bi hevkariya îdareya Obama proje-yasayekê pêşkêşî Komgres bike daku her partiyeke di wê lîsteyê de hesabekî taybet jêre bê kirin neku hemû wek hev bên dîtin, ew partiyên Kurdî ji wê lîsteyê bên derxistin û Barzanî jî demekê diyar bike bo serdana Amerîkayê bike.’‘

Basnews
Top