YPGê bajarokekî nêzîkî sînorê Iraqê xist bin kontrola xwe
YPGê di daxuyaniyekê de ku li malperên nêzîkî PYDê hatiye belavkirin, ragihand ku wan li dijî grûpên DAÎŞ, Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam hemleya “tolhildana şehîdên Til Birak û Til Hemîs” da destpêkirin û di encam de heta niha bajarokê Cezaa û gelek gundên herêmê ji destê grûpên radîkal derxistin.
YPGê di 7ê meha borî de ragihand ku operasyona li bajarokên Til Birak û Til Hemîsê ku di 26ê kanûna 2013an de bi alîkariya 120 çekdarên ereb ên alîgirên rejîmê ku vê dawiyê tevlî YPGê bûbûn, destpêkiribû bi dawî hat.
YPGê tekîd kiribû ku ti niyeta wan nebû her du bajarokan kontrol bike. Di wê operasyonê de bi dehan şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan û hat gotin ku ev sedema sereke ya vekişandina YPGê ji her du bajarokan bû.
Navenda Ragihandina YPGê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hemleya wan li başûrê Tirbespiyê bi hevkariya eşîra Şemer û eşîrên din ên Ereb ên li herêmê, şeva borî destpêkir.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Çalakî ji aliyê herêma di navbera gundê Hedad û bajarokê Cezaa yê li nêzîk sînorê Iraqê, herêma di navebar Til Koçer û Cezaa û xeta di navbera gundê Til Elo û Cezaa de pêk hat”.
YPGê di daxuyaniya xwe de aşkere kir ku îro di saetên serê sibehê de li derdora bajarokê Cezaa 5 çekdarên radîkal hatin girtin.
Rudaw
