• Friday, 13 February 2026
logo

Şerê DIŞI û artêşa Îraqê berfiretir dibe

Gulan Media February 16, 2014 Nûçe
Şerê DIŞI û artêşa Îraqê berfiretir dibe

Di vê derbarê de çavkaniyên ewlekarî yên Îraqê diyar kirin ku şerê navbera artêşa Îraq û çekdarên DIŞI ya li devera Silimanbeg berdewam e.

Çavkaniyên han diyar kirin ku di encama bordiman kirina bajarokê Silimanbeg ji aliyê artêşa Îraqê ve çend çekdarên DÎŞI hatine kuştin.

Ji bilî çekdarên DIŞI çend Şîniyên Silimanbeg jî di encama bordimana han de hatine kuştin û nêzî 10 xaniyên welatiyan jî hatine wêrankirin.

Ji aliyeke din ve Qaêmiqamê Dûzxormatûyê Şelal Ebdul ragehand ku beşeke mezin ji devera Silimanbeg ketiye destê artêşa Îraqê, jiber şerê navbera DIŞI û artêşa Îraqê xelkê deverê jî malên xwe çûl kiriye û ber bi Hemrînê ve bar kiriye.

Hêjayê gotinê ye ku dohê jî Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî serdana devera Silimanbeg kiribû.
Top