• Friday, 13 February 2026
logo

Muqteda Sedir dest ji siyasetê berda

Gulan Media February 16, 2014 Nûçe
Muqteda Sedir dest ji siyasetê berda
Rêberê Baska Sedir a şîayê Iraqê Muqteda Sedir ragihand ku wî bi yekcarî dest ji karê siyasî berda û careke din tevlî siyasetê nabe.

Muqteda Sedir di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermî ya baska wî ya hatiye belavkirin got “Ji ber gendeliyên ku bi navê malbata Sedir li Iraq û dervey Iraqê tên kirin û ji bo ku êş û azarên gelê Iraqê bi dawî werin, min biryar da bi yekcarî dest ji karê siyasî berdim û careke din tevlî karê siyasî nebim”.

Sedir herwiha biryar da hemû şaxên Ofîsa Şehîd Sedir li Iraq û dervey Iraqê çi yên ciakî yan ên siyasî bêne girtin.

Rêberê Baska Sedir got “Ji niha û pê ve ti frakisyoneke siyasî û ti postek di nav hikûmet yan Parlamentoya Iraqê de nûneratiya min nakin û her kesek berûvajî vê biryarê bike dê rastî lêpirsîna şeraî û yasayê bê”.

Lê Muqteda Sedir biryar da 19 saziyên baska xwe bihêle û dê rasterast bi wî ve girêdayî bin.

Berî niha jî Sedir dest ji karê siyasê berdabû, lê destberdariya wî gelekî ne domand û car din vegeriyabû karê siyasî.

Baska Sedir frakisyoneke wê bi navê Frakisyona Ehrar di nav Parlamentoya Iraqê de heye û nêzîkî 40 parlamenterên wî hene.

Rûdaw
Top