• Friday, 13 February 2026
logo

Li Kerkûkê 10 leşker û polîs hatin kuştin

Gulan Media February 16, 2014 Nûçe
Li Kerkûkê 10 leşker û polîs hatin kuştin
Îro yekşemê 5 polîs û 5 leşkerên Artêşa Iraqê di encama du êrîşên çekdarî de li parêzgeha Kerkûkê hatin kuştin.

Êrîşa yekem li dijî xala kontrola Taze Xurmatû li parêzgeha Kerkûkê pêkhat û di encam de 5 polîs hatin kuştin. Herwiha çekdaran kilaşnkov û demançeyên polîsan jî desteserkirin.

Êrîşa duyem li dijî xala kontrola Şahiriye li nahiyeya Riyaz a Kerkûkê pêkhat û tê de 5 leşkerên Artêşa Iraqê hatin kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.

Di heman êrîşê de 3 Humarên Artêşa Iraqê hatin şewitandin û çekdaran dest danîn ser çekên leşkeran.

Rêveberê polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ev zanyarî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kirin û got ku grûpên çekdarî êrîşên xwe li dijî xalên kontrolê zêdetir kirine.

Rûdaw
Top