• Friday, 13 February 2026
logo

Li Hewlêrê daxwaza azadkirina Ocalan hat kirin

Gulan Media February 15, 2014 Nûçe
Li Hewlêrê daxwaza azadkirina Ocalan hat kirin
Li Hewlêrê ji aliyê sedan kes ve, girtin û radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bo Tirkiyê hat şermezarkirin û li ser navê çalakvanan daxwaznameyek pêşkêşî Konsolxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê hat kirin.

Li Hewlêrê bi beşdariya zêdeyî hezar kesî xwepêşandan ji bo şermezarkirina 15’emîn salvegera girtin û radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bo Tirkiyê hat lidarxistin. Çalakî saet 14.00’an li gor saeta Hewlêrê li ber Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir û heta ber avahiya Konsolxaneya Tirkiyê berdewam kir.

Partî û aliyên siyasî yên wek; Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Ayînde ya Kurdistanê, Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Rêxistina Vejandina Ciwanan, Rêxistina Hemwelatiyên Azad û Yeksan, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê yên Kampa Mexmûr) beşdarî xwepêşandanê bûn.

Li ser navê 9 rêxistinan, çalakvan Serdar Star daxuyaniyek da û got: “Di dîrokê de gelek plan û komplo li dijî gelê kurd hatin kirin. Herî dawî 9’ê Cotmeha sala 1998’an li dijî Rêberê PKK’ê birêz Abdullah Ocalan komployek navneteweyî dest pê kir. Herî dawî jî 15’ê Sibata 1999’an birêz Ocalan radestî Tirkiyê hat kirin.”

Serdar Star da zanîn ku gelê kurd azadiya xwe di azadiya Ocalan de dibîne û wiha axifî: “Daxwaza me ew e ku hemû hêz û aliyên siyasî piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê ya li Bakûrê Kurdistanê zêdetir bikin. Bi taybet jî Serokatiya Herêma Kurdistanê dikare rolekî zêdetir di vî warî de bileyîze. Ji ber çareserbûna pirsa Kurd li Tirkiyê, azadiya giştî ya gelê Kurd nêzîk dike.”

Star li ser navê 9 aliyên siyasî û rêxistinan diyar kir ku ew komploya navneteweyî û girtina Ocalan şermezar dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hûn nikarin roja me tarî bikin. Daxwaza me j Ewrûpa û Emerîkayê ew e ku PKK’ê ji lîsteya terorê derbexin.”

Piştî çalakvan gihiştin ber Konsolxaneya Tirkiyê, li ser navê çalakvanan komîteyek 3 kesî serdana konsolxaneyê kirin. Endama komîteya ku serdana Konsolxaneya Tirkiyê kir, Tara Husên piştî vegerê daxuyaniyekî da çapemeniyê û got: ‘‘Bi hinceta balyoz ne amade ye, me nekarî em balyoz bibin.’‘ Husên da zanîn ku berpirsên li wir amadebûna xwe pêşan dane ku wê daxwaznameya wan bighîne konsolê giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê.

Tara Hûsên derbarê daxwaznameya ku pêşkêşî Konsolxaneya Tirkiyê kirine de jî wiha axifî: “Ji bo êdî bingeh û bandorên komployên navneteweyî di navbera gelê Kurd û gelê Tirk de nemînin, li ser bingeha jiyanekî azad û yeksan, ji bo em bi hev re bijîn, em wek welatiyên Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku hikûmet û dewleta Tirkiyê bersiva projeyên aştiyane yên Ocalan û gelê Kurd bide.”

Tara Hûsên, 3’ê daxwazên ku pêşkêşî konsolxaneyê kirine wiha rêz kirin: “Yekem; di cih de Rêber Ocalan bê azadkirin û jiyana wî were parastin. Herwiha hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê werin berdan. Duyemîn, di warê destûrî û yasayî de li ser maf û azadiya gelê Kurd mikûr werin. Herwiha di warê siyasî, rêveberî û çandî de gelê Kurd li gor nasnameya xwe bijî. Sêyemîn; Divê dewleta Tirkiyê li hemberî komkûjî û qirkirina kulturî ya ku zêdeyî 80’ê sale li ser gelê Kurd dimeşîne, daxwaza lêborînê ji gelê kurd bike.”

Basnews
Top