• Friday, 13 February 2026
logo

Şanda YNKê ligel Barzanî civiya

Gulan Media February 15, 2014 Nûçe
Şanda YNKê ligel Barzanî civiya
Şandeke Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) gihişte bajarokê Pîrmam yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê û ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. Mijara sereke ya civînê dê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê be.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdwê, şanda YNKê ji Kosret Resûl, Hêro Îbrahîm Ehmed, Mela Bextyar, Îmad Ehmed, Qadir Hemecan û Ednan Muftî pêk tê. Berhem Salih ji ber ku li dervey Herêma Kurdistanê ye tevlî civînê nabe.

Roja pêncşema borî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel berpirsê giştî yê Tevgera Gorran û şandeke pê re civiya. Di civînê de Barzanî got ku ewê roja şemiyê ligel YNKê jî bicive ji bo ku kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû bê avakirin.

Malpera Melbenda 1 ya YNKê li ser zarê endamê Polîtbîroya YNKê Ednan Muftî belav kiriye ku ewê îro berî nîvro biçine Pîrmamê û ligel Barzanî bicivin.

Rudaw
Top