Şanda YNKê ligel Barzanî civiya
Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdwê, şanda YNKê ji Kosret Resûl, Hêro Îbrahîm Ehmed, Mela Bextyar, Îmad Ehmed, Qadir Hemecan û Ednan Muftî pêk tê. Berhem Salih ji ber ku li dervey Herêma Kurdistanê ye tevlî civînê nabe.
Roja pêncşema borî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel berpirsê giştî yê Tevgera Gorran û şandeke pê re civiya. Di civînê de Barzanî got ku ewê roja şemiyê ligel YNKê jî bicive ji bo ku kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû bê avakirin.
Malpera Melbenda 1 ya YNKê li ser zarê endamê Polîtbîroya YNKê Ednan Muftî belav kiriye ku ewê îro berî nîvro biçine Pîrmamê û ligel Barzanî bicivin.
Rudaw
