• Sunday, 01 February 2026
logo

Kanalekî taybet bo reqsê vedike

Gulan Media November 26, 2013 Corane
Kanalekî taybet bo reqsê vedike
Hunermenda dansvan a Misrî Fîfî Ebdê biniyaze kanalekî televizyonê ji bo reqsa şerqî vebike bi mebesta geşepêdan û zindîkirina ew curên reqsan.

Fîfî Ebde got: Bi vekirina kanala asmanî yekem gava projeyê ji bo zindîkirin û pêşvebirina reqsa şerqî destpê dike.

Ebdê diyar kir ku kanala wê tenê taybete bi reqsa şerqî.

Bi gotina Fîfî Ebde, kanala wê weku kanalên di nabe û ev kanal wê berêz be, wê tenê giringiyê bide reqsa şerqî û nimayîşa resen û piştî pexş bike her weku alîkar dibe bo belavkirina ew curên reqsan û fêrkirina wê.

Fîfî Ebde amaje bi wê yekê jî da ku kanala wê ne tenê taybete bi welatiyên Misrê belku deriyê wê dê berve reqsvanên rojhilat yên derveyî Misrê vekirî be, îca çi li welatên Erebî yan derveyî welatên Ereb wê beşdarî têde bikin.

Hunermenda navdar a dansa rojhilatî ya Misrî Fîfî Ebde teqez kir ku armanca wê li vekirina vê kanalê bo zindîkirina resenayetiya hunera reqsa rojhilatî dibe.

Xendan
Top