• Friday, 13 February 2026
logo

Her sal 30 xwendekarên kurd dikarin li Mecaristanê bixwînin

Gulan Media February 15, 2014 Nûçe
Her sal 30 xwendekarên kurd dikarin li Mecaristanê bixwînin
Piştî serdana Herêma Kurdistanê û cIvîna digel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û berpirsên din yên hikûmetê, Balyozê Mecaristanê yê Îraqê Tebor Satmarî serdana Fermangeha Têkeliyên Derve kir û digel Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa civiya.

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de Balyozê Mecaristanê yê Îraqê behsa encamên serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û civîna digel Serokwezîrê Kurdistanê, wezîrên Çavkaniyên Sirûştî û Xwendina Bilind kir û ew civîn bi civînên berhemdar bi nav kir.

Satmarî got ku, Mecaristanê digel Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê peymaneke lihevtêgihiştinê îmze kiriye û li gor wê peymanê dê her sal 30 xwendekarên kurd ji bo xwendinê biçin Mecaristanê û li zanîngehên wî welatî berdwamiyê bi xwendina xwe bidin.

Berprisê têkeliyên derve kêfxweşiya xwe li hember serkeftina serdana şandeya Mecaristanê bo Herêma Kurdistanê diyar kir û hêvî kir ku, Mecaristan sûd ji derfetên berhemanînê yên li Herêma Kurdistanê werbigire.

Her di vê civînê de pirsa penaberên sûrî yên li Herêma Kurdistanê û gihandina pêdiviyan bi wan penaberan hat gotûbêjkirin.

Rudaw
Top