Her sal 30 xwendekarên kurd dikarin li Mecaristanê bixwînin
Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de Balyozê Mecaristanê yê Îraqê behsa encamên serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û civîna digel Serokwezîrê Kurdistanê, wezîrên Çavkaniyên Sirûştî û Xwendina Bilind kir û ew civîn bi civînên berhemdar bi nav kir.
Satmarî got ku, Mecaristanê digel Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê peymaneke lihevtêgihiştinê îmze kiriye û li gor wê peymanê dê her sal 30 xwendekarên kurd ji bo xwendinê biçin Mecaristanê û li zanîngehên wî welatî berdwamiyê bi xwendina xwe bidin.
Berprisê têkeliyên derve kêfxweşiya xwe li hember serkeftina serdana şandeya Mecaristanê bo Herêma Kurdistanê diyar kir û hêvî kir ku, Mecaristan sûd ji derfetên berhemanînê yên li Herêma Kurdistanê werbigire.
Her di vê civînê de pirsa penaberên sûrî yên li Herêma Kurdistanê û gihandina pêdiviyan bi wan penaberan hat gotûbêjkirin.
Rudaw
