• Friday, 13 February 2026
logo

Zêdeyî 1900 malbatên Ereb hatine Şeqlawe

Gulan Media February 15, 2014 Nûçe
Zêdeyî 1900 malbatên Ereb hatine Şeqlawe
Ji ber şerê navbera artêşa İraqê û çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAÎŞ), zêdeyî 1900 malbat ji Rumadî û Felûce hatine qezaya Şeqlawe ya Hewlêrê.

Derbarê hatina malbatên Ereb de, Qeymeqamê Şeqlawe Rizgar Hesen Nasir ji BasNewsê re got: ‘’Zêdeyî 1900 malbatên ji Rûmadî û Felûce hatine Şeqlawe û hemû cihên geştyarî girtine, ji bo asankarî û xizmetguzariyê jî hemû hêzên ewlekariyê di amadebaşiyê de ne.’‘

Rizgar Hesen wiha axifî: ‘’Koçberan hejmara daniştvanan zêde kiriye, eger çareseriyek neyê dîtin pirsgirêk bo sektora geştyarî derdikevin, ji ber niha hemû cihên geştyarî û herwiha gundên derdora Şeqlawe jî hatine girtin û hîç cihek bo geştyaran nemaye.’‘

Rizgar Hesen da zanîn ku ji bo kontrolkirina nirx û ewlekariya navçeyê bernameyên baş danîne lê dîsan jî kontrolkirina rewşa heyî gelekî zehmet e.

Basnews
Top